''Wek wezaret em têkoşîna dijî enflasyonê bibiryarî û eşkere nîşan didin''

''Wek wezaret em têkoşîna dijî enflasyonê bibiryarî û eşkere nîşan didin''

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan got: "Wek wezaret em têkoşîna dijî enflasyonê bibiryarî û eşkere didin. Dema hewce bike em tevdîrên îhtiyatiyê yên makro jî bêyî ku derengî bikeve dibînin."

Elvan di 5emîn Kongreya Piyasayên Sermayeyê ya Tirkiyeyê ya ji hêla Yekîtiya Piyasayên Sermayeyê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin da axivî.

Wezîr Elvan anî ziman du sal in li dinyayê ji ber şewba koronayê rewşeke nebaş heye, aboriya welatan tesîreke neyînî dîtiye û enflasyoneke kurewî dewam dike.

Elvan got di nav rewşeke wiha da bandor li Tirkiyeyê jî kiriye lê ew hewl didin îstiqrar çêbibe û wiha dewam kir: "Wek wezaret em têkoşîna dijî enflasyonê bibiryarî û eşkere didin. Dema hewce bike em tevdîrên îhtiyatiyê yên makro jî bêyî ku derengî bikeve dibînin. Heke em têkoşîna dijî enflasyonê bi hişmendiyeke bibiryarî û tevahî bimeşînin, di kurên dowîzê da wê îstiqrar çêbibe û prîma rîskê ya welatê me jî wê kêm bibe. Darayiya kamuyê ya xurt ji bo îstiqrara makroekonomiyê wê bibe hêmaneke girîng."

Wezîr Elvan got wek aliyê kamuyê ji bo piyasayên sermayeyê bêtir geş bibe ewê xebatên xwe bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE