Wesayîtên xwe difiroşin û xaniyan dikirin

Welatî wesayîtên xwe yên ku gelek biha bûne difiroşin û pê xaniyan dikirin.

Wesayîtên xwe difiroşin û xaniyan dikirin

Wekî seranserê welêt li Ağrıyê jî bazara wesayîtên kevin an jî destê duyenim gelek germ e. Welatî ji ber ku bihayê wesayîtên wan zêde bûne, dixwazin li bazarê wesayîtên xwe yên kevin bifiroşin û xaniyan bikirin. Lê hin kes jî dixwazın ku wesayîtên kevin hinekî erzan bibin.

Li gorî pisporan bihayê wesayîtan di nava sal û nîvekî de ji sedî sed zêde bû.

Ji ber vê jî niha gelek kes dixwazin wesayîtên xwe yên kevin bifiroşin û ji xwe re xaniyan bikirin.

Li Bazara Wesayîtan a li Ağrıyê jî rewş heman e.

Her roj bi dehan kes wesayîtên xwe ji bo firotinê tînin bazarê.

Xebatkarên bazarê dibêjin ku ev nêzî 6 meh in gelek kes ji bo wesayîtên xwe bifiroşin tên bazarê.

Hin kes jî dixwazin bihayê wesayîtên kevin hinekî dakeve.

Pisporên wesayîtan dibêjin ku wesayîtên nû nayên û ji ber vê jî wesayîtên kevin wisa zêde giran bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE