Wezareta Bazirganiyê li market, bazar, sûk û halên tomerifiroşan ên 81 bajarî kontrola bihayê zêde kir, di hefteyeke dawîn da 1674 kargeh û 22 hezar û 535 ber hatin kontrolkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, Lijneya Nirxandina Bihayê Neheq hetanî îro li 495 şirketan 15 milyon û 480 hezar lire ceza birî.
Di vê çarçoveyê da di hefteyeke dawîn da Wezaretê 1674 kargeh û 22 heza û 535 ber kontrol kirin.
Piştî kontrolan Lijneya Nirxandina Bihayê Neheq wê tesbîtan binirxîne, piştî hildana parastina fîmeyan, li fîrmayên ku neheqî biha zêde kirine ji 10 hezar û 911 lireyî heta 100 hezar û 910 lireyî ceza wê were birîn. Kesên ku ber stoq kirine jî ji 55 hezar 555 lireyî heta 545 hezar û 550 lireyê cezayê pere yê îdarî wê were birîn.
AA