Wezareta Bazirganiyê "talan"a li halên sebzeyan derxist holê

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Di operasyonên li halên 5 bajaran hatin kirin da hat tespîtkirin di bihayê kirîn û firotina sebze û fêkiyan da heta ji sedî 800î zêdebûn heye."

Wezareta Bazirganiyê "talan"a li halên sebzeyan derxist holê

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê got li halên 5 bajaran operasyon hatin kirin û hat tespîtkirin di bihayê kirîn û firotina sebze û fêkiyan da heta ji sedî 800î zêdebûn heye.

Pekcanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da der barê kontrolên ji 6ê Sibatê pê va tên kirin da agahî da.

Pekcanê got mufetîşên Wezareta Bazirganiyê û midûrên bazirganiyê yên bajêr bi hev ra li halê bihayê sebze û fêkiyan kontrol kirine, li ser makbuz, fatura û belgeyan lêkolînên berfireh kirine.

Pekcanê anî ziman di kontrolan da hatiye dîtin ku talaneke mezin li holê heye û wiha axivî: "Di operasyonên li halên 5 bajaran hatin kirin da hat tespîtkirin di bihayê kirîn û firotina sebze û fêkiyan da heta ji sedî 800î zêdebûn heye. Li gor daneyên ewil ji 88 şirketên ku bi bihayên zêde difroşin ra ji 2 milyonî zêdetir cezayê pereyan ya îdarî hat dayîn."

Wezîr Pekcanê got 76 şirketan ji ber ku agahiyên şaş di faturayên xwe da nîşan dane 810 hezar lire ceza xwarine û wiha dewam kir: "Piştî operasyonan bihayê sebze û fêkiyên ku di halê da tên firotin nava 3 rojan da heta ji sedî 45î kêm bûn. "

Pekcanê anî ziman li giştiyê Tirkiyeyê kontrol wê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE