Wezîr Albayrak bangî bankeyên taybet kir

Wezîr Albayrak ji bo pakêta piştgiriya mişteriyan bangî bankeyên taybet kir.

Wezîr Albayrak bangî bankeyên taybet kir

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak diyar kir ku li gor baweriya wî bankeyên taybet jî wê mîna bankeyên qamûyê seba mişteriyên xwe paketa piştgiriya mişteriyan derxin.

Wezîr Albayrak li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser gavên ku bankeyên qamûyê di vê pêvajoya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da seba mişteriyên xwe avêtin, sekinî.

Albayrak diyar kir, ji bo ku tesîra Kovîd-19ê zêde li ser aboriyê çênebe, pêşî li ber were girtin da ku welatî bê kar nemînin û ji bo piyaseya kar û xebatê têk neçe, bankeyên qamûyê tevdîr hildan û berpirsiyariya xwe bi cih anîn û wiha dewam kir: "Dewlet-milet û alema kar wê mil bidin hev û em ê ji heqê vê pêvajoyê werin der. Ez bawer dikim ku bankeyên me yên taybet jî wê mîna van gavên bi qîmet ên bankeyên me yên qamûyê gavan bavêjin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Adar 2020, 16:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE