Wezîr Albayrak pakêta reformê eşkere kir

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak pakêta reformê eşkere kir

Wezîr Albayrak pakêta reformê eşkere kir

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak civîna çapemeniyê li dar xist û tê da "Bernameya Aboriyê ya Nû Gavên Veguhastina Binyadî 2019" eşkere kir.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak got ku di warê reforman da sektora fînansê wê sereke be û wiha dewam kir: "Di warê sektora fînansê da jî ji bona me wê sektora bankeyan sereke be."

Albayrak der heqê mijara konkordato û krediyan da jî wiha got, "Em ê mijara konkordato û krediyan ji bona baş bibe û menfeeta her kesî tê da hebe gorî qanûnê ji nû va binirxînin. Çarçoveya qanûnî ya nû, wê pêvajoya ji nû va verastkirin û tehsîlê leztir bike, şirketên ku qabiliyeta wan a dayîna deynan nemaye wê bi awayekî lez û bez tasfiyeya wan pêk bîne. Ji bona kalîteya çalak ya sektora me baş bibe em hin gavan diavêjin. Bi pêşengiya Yekîtiya Bankeyan di pergala ku kamu di nav da tuneye, di sektorên vejen û înşeatê da ku di warê krediyan da pirsgirêk hene, em ê milkên bipirsgirêk bikirin û bi guherîna deyn-hîseyê derxin derva û bîlançoya bankeyan paqij bikin. Ji bona vê jî em dixwazin Fona Milkan û Fona Sermayê ya Hewldana Vejenê ava bikin."

Albayrak der heqê pergala nû da wiha axivî:"Bi vê pergalê ra em ê Reforma Tezmînata Qidemê jî têxin rewacê. Em ê cardin li ser pergala teqawidiya takekesî ya mecbûrî ku dê rêjeya birînê li gorî qazanca welatiyên me were kifşkirin, rawestin. Bi sazîbûna teze va hedefa me ew e ku fona kom dibe di 5 salan da ji sedî 10ê dahata neteweyî bigre. Ji bo ku qada fînansal baştir bixebite emê di qada reel da hin gavan biavêjin. Reforma me ya bingehîn a ji bo têkoşîna dijî enflasyona xidayê, dê Projeya di Çandiniyê da Yekîtiya Neteweyî be. Bi piştgiriya were dayîn va di nav 4 salan da hejmara pêz ew ê ji 47 milyonî derkeve 100 milyonî. Di mîmariya baca me ya nû da emê îstisna û muefiyetan kêm bikin. Emê Baca Saziyan gav bi gav kêm bikin. Ji bo ku di bazara fêkî û zerzewadên teze da bibe hêmana dengeyê bi şirîkatiya Koperatîfa Çandinî û Krediyê Sera ŞA wê ava bibe." 

Albayrak ji bo pergala bacê jî wiha axivî:"Ji bo sîstema bacê ya bi edalet em ê rêjeya li gor dahatê zêde dibe pêk bînin. Bi taybetî beyannameyê were zêdekirin, baca nerasterast were kêmkirin baca rasterast were zêdekirin û bacê li her kesî belav bikin." 

Wezîr Albayrak li ser fona hebûnê jî wiha got, "Bi destê Fona Heyînê ji bo ku welatê me di bazirganiya navneteweyî da bibe baregeha lojîstîk a herêmî Plana Master a Lojîstîk dê were amadekirin."

Albayrak ji bo ji plana Masterê ya Turîzmê got ku di nav 4 salan da ew ê hedefa 70 milyon turîst û 70 milyar dolar qezenca turîzmê bi dest bixin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE