Wezîrê Bazirganiyê Muş: Di hezîranê da îxracat bû 23,4 milyar dolar

Wezîrê Bazirganiyê Muş: Di hezîranê da îxracat bû 23,4 milyar dolar

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş got: "Di meha hezîranê da îxracata me li gor heman mehê ya par ji sedî 18,5 zêdebûnê va bû 23,4 milyar dolar."

Muş li Erziromê di merasima vekirina Yekîtiya Îxracatvanan a Rojhilatê Anadoluyê da reqamên bazirganiya derva ya meha hezîranê eşkere kir.

Wezîr Muş got Tirkiyeyê serkeftina xwe ya îxracatê ya sala 2021ê di 6 mehên ewil ên sala 2022yan da jî domand û wiha axivî: "Di meha hezîranê da îxracata me li gor heman mehê ya par ji sedî 18,5 zêdebûnê va bû 23,4 milyar dolar. Ez dixwazim bi kêfxweşî bibêjim ku ev reqem reqema îxracata mehane ya herî zêde ya hemû zemanan e. Bi vî awayî di 6 mehên ewil ên sala 2022yan da em gihîştin reqama îxracatê ya mehane ya herî zêde. Di 6 mehên ewil ên salê da welatê me tevahî 126 milyar dolarî îxracat kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE