Wezîr Donmez: "Ji bo xaza Behra Reş me qonaxeke krîtîk derbas kir"

Wezîr Donmez: "Ji bo xaza Behra Reş me qonaxeke krîtîk derbas kir"

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez ragihand, keştiya ku boriyên xaza siruştî lê barkirî ye, ji Tengava Çanakkaleyê ra derbas bû. Ev borî wê di binê behrê da werin bicihkirin ku tê ra xaza siruştî ya di binê Behra Reş da hat dîtin, bikişe.

Wezîr Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê duh der heqê xebatên derxistina 540 milyar mêtrekup xaza siruştî ku di Behra Reş da hatibû dîtîn, daxuyanî da.

Donmez got, "Ji bo derxistina xaza siruştî ya binê Behra Reş, me qonaxeke girîng jî derbas kir û em gaveke din nêzî armancê bûn. keştiya ku boriyên xazê lê barkirî ye, ji Tengava Çanakkaleyê derket û ber bi Fîlyosê çû."

Donmez di 28ê gulanê da bi Alîkarê Serokomar Fuat Okray ra li Tesîsa Depokirina Xaza Siruştî ya Fîlyosê geriyabû û gotibû ku di 10 hezîranê da boriyên xaza siruştî wê werin danîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE