- Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Lutfî Elvan diyar kir, aborî di çaryeka ewil a îsal da ji sedî 7 mezin bû û ji sedî 56ê vê pêşketinê ji daxwaza dereke û veberhênanêpêk tê û wiha dewam kir, "Ev nîşaneya pêşketina hevseng û saxlem e."
Wezîr Elvan li ser hesabê xwe yê Twitterê daneyên pêşketina aboriyê yên çaryeka ewil a salê nirxand.
Elvan diyar kir aborî di çaryeka ewil a îsal da ji sedî 7 mezin bû û ji sedî 56ê vê pêşketinê ji daxwaza dereke û veberhênanê pêk tê û wiha dewam kir:
"Ev nîşaneya pêşketina hevseng û saxlem e. Em ê polîtîkayên ku îstixdamê çêdike, belakirina dahatê çêdike û li ser îstiqrarê disekine, bisepînin. Em ê di serî da girîngiyê bidin qelîteya fînansmanê ya pêşketinê".AA