Wezîr Kurum li Hakkariyê ye

Wezîr Murat Kurum ji bo beşdarî hin bernameyan bibe hat Hekariyê û Walî Îdrîs Akbiyik ziyaret kir û bi qasî demekê pê ra axivî.

Wezîr Kurum li Hakkariyê ye

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got, "Wezareta me di heyama AK Partiyê da hetanî nika kêmzêde 12 milyar lire veberhênan li Hekariyê kir. Qismekî vê veberhênanê avahî, qismek nexweşxane, qismek xwendingeh û qismek jî baxçeyên milet in ku di nav da peojeya avê û kanalîzasyonê jî heye."

Wezîr Kurum ji bo beşdarî hin bernameya bibe hat Hekariyê û Walî Îdrîs Akbiyik ziyaret kir û bi qasî demekê pê ra axivî.

Kurum başê beşdarî merasimê bû û 9 ambulansên Wezareta Tenduristiyê şandibûn teslîm kir. Kurum li vê derê axivî û got ji bo pirsgirêkên Hekariyê tesbît bike hat bajêr.

Kurum bi bîr xist ku 2 roj berê li Diyarbekirê bi gel ra li ser pirsgirêkên bajêr civîn kirin û wiha pê da çû: 

"Em do jî li Wanê bûn. Me projeyên li Wanê yên Wezareta me eleqedar dikin li dewsê dîtin. Em îro jî li Hekariyê ne. Em dibînin ku Hekarî gihîştiye hizûrê. Ji vir 1 û nîvek, 2 meh berê em li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bûn. Wezareta me di heyama AK Partiyê da hetanî nika kêmzêde 12 milyar lireveberhênan li Hekariyê kir. Qismekî vê veberhênanê avahî, qismek nexweşxane, qismek xwendingeh û qismek jî baxçeyên milet in ku di nav da projeya avê û kanalîzasyonê jî hene. Dema li projeyên ku dewam dikin mêze dikin em dibînin ku veberhênana me 878 milyon lireyî digre."

Kurum got ku 3 pirsgirêkên sereke yên ajêr hene û wiha pê da çû: "Pirsgikek ji ber turîzmê ye, ji ber ku turîzm zêde pêş neketiye îstixdam kêm e."

Wezîr Kurum diyar kirk u ji bo projeyên pişesazî û turîzmê îstişareyan dikin, hemû wezaret ji bo berpirsyariya xwe bi cî bînin projeyan amade dikin.

Kurum got ku projeya regresyonê ya Kelha Mîr amade dikin û wiha axivî: "Înşallah em ê wê derê li gor konsepta baxçeyê milet amade bikin, welatiyên me ew ê werin li wê derê bigerin bi saya vê turîzmê pêş bikeve û îstixdam zêde bibe."

- "Otêlê ava bikin

Kurum got ku ew ê pîsta xweşiqitandinê dirêj bikin û ji bo mêvanan jî otêlê ava bikin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 08:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE