Wezîrê Ticaretê Mehmet Muş bal kişand ku di îxracatê da leza sala 2021ê îsal jî dewam dike û wiha axivî: "Îxracata me li gor rêbendana sala par ji sedî 17 zêde bû û derket 17,6 milyar dolarî. Ev heya niha reqama îxracatê ya herî mezin e."
Wezîr Muş li Salona Konferansê ya Wezareta Ticaretê bi Serokê Meclisa Îxracatkaran a Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle ra civîna çapemeniyê li dar xist û reqemên bazirganiya bi derva ra ya meha rêbendanê eşkere kir.
Muş destnîşan kir ku leza sala par di îxracatê da hatibû bi destxistin îsal jî dewam dike û wiha pê da çû:
"Îxracata me li gor rêbendana sala par ji sedî 17 zêde bû û derket 17,6 milyar dolarî. Ev heya niha reqama îxracatê ya herî mezin e. Îtxalata me jî ji ber sermaya zêde û zêdebûna bihayê vejenê bû 28 milyar dolar."
AA