Wezîr Nebatî mêvanê TRT Kurdiyê bû

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî destnîşan kir ku xwesteka hesabê mewdueta bi parasatina kurê tevî girjiya Rûsya-Ukraynayê zêde bû û got, "Reqemeke berbiçav a zêdetir ji 570 milyar mijara behsê ye."

Wezîr Nebatî mêvanê TRT Kurdiyê bû

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî destnîşan kir ku xwesteka hesabê mewdueta bi parasatina kurê tevî girjiya Rûsya-Ukraynayê zêde bû û got, "Reqemeke berbiçav a zêdetir ji 570 milyar mijara behsê ye."

Wezîr Nebatî di weşana TRT Kurdiyê de derbarê rojeva aboriyê de bersiva pirsan da.

Nebatî destpêka axaftina xwe bi Kurdî kir û destnîşan kir ku sibê Cejna Newrozê ye û bawer dike ku Newroz aşitî û biratî ye û cejna hemî kesan pîroz kir.

Nebatî di bersiva pirsa li ser hesabê mewdueta bi parasatina kurê de anî ziman ku hesabê mewduetê ya navborî di rojên pêşî de bi giranî li ser lîreyên Tirkî dihat kirin û dûvratir jî bi dovîzê re ew miqdar zêde bûye.

Wezîr Nebatî tekezî li wê yekê kir ku miqdara dovîzê ya di hesabê mewdueta bi parasatina kurê de ya lîreyê Tirkî derbas kiriye û wiha pêde çû:

"Piştî girjiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ya 22yê sibatê jî trend ber bi jor ve didome. Reqemeke berbiçav a zêdetir ji 570 milyar mijara behsê ye. Ji sedî 60ê wê li ser dovîzê ye. Hesabê mewdueta bi parasatina kurê pergaleke wisa ye ku li Tirkiyeyê pêbaweriya bi lîreyî Tirkî, bi awayekî serkeftî, qewî dabîn kir."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE