Wezîr Nebatî reqamên budçeya meha gulanê nirxand

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nebatî reqamên budçeya meha gulanê nirxand

Wezîr Nebatî reqamên budçeya meha gulanê nirxand

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî diyar kir ku di meha gulanê da ji budçeyê 144 lire zêdebarî û 161,9 milyar lire jî ji bilî faîzê zêdebarî çêbû û wiha domand: "Di çarçoveya nîşanên ewil da him di qada mezinbûnê da û him jî di qada dahatên me yên budçeyê da dîtbariya erênî gorî rêjeya GSYHê nîşan dide ku gihîştiye ji sedî 3,5 hedefa ku kifşa me xweş kir.

Wezîr Nebatî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî pêkhatinên budçeya rêveberiya navendî ya meha gulanê nirxand.

Di peyama xwe da Wezîr Nebatî ragihand ku di meha Gulanê da 144 milyar lire ji budçeyê zêdebarî û 161,9 milyar dolar jî ji bilî faîz derketiye holê û di heyama 5 mehên ewil da jî ji budçeyê zêdebarî 124,6 milyar lire bû û 246,5 milyar lire jî ya ji bilî faîzê bû.

Wezîr Nebatî ragihand ku di çarçoveya nîşanên ewil da wisa xuya dike ku pêşveçûn heye û wiha domand: "Di sala 2022an da darayiya raya giştî ya welatê me bi awayek girîngtir wê ji ya gelek welatan çêtir be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE