Wezîr Selçukê daneyên îstixdama ÎŞKURê eşkere kir

Wezîr Selçukê  daxuyanî da û got armanca sereke ya ÎŞKURê ew e ku îstixdamê mihefeze û zêde bike, wesfên bêkaran pêş bixe...

Wezîr Selçukê daneyên îstixdama ÎŞKURê eşkere kir

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê diyar kir ku ÎŞKURê par ji bo îstixdama milyonek û 247 hezar û 188 kesan navbeynkarî kir û serkeftineke mezin bi dest xist.

Wezîr Selçukê  daxuyanî da û got armanca sereke ya ÎŞKURê ew e ku îstixdamê mihefeze û zêde bike, wesfên bêkaran pêş bixe, bêkariyê kêm bike û komên ji bo wan polîtîkayên taybet lazim dikin li piyaseyê bike xwedî kar.

Selçukê diyar kir ku sazî navbeynkariya xwe didomîne û wiha pê da çû: 

"ÎŞKURê par ji bo îstixdama milyonek û 247 hezar û 188 kesan navbeynkarî kir û serkeftineke mezin bi dest xist. Ji wan kesên hatin îstixdamkirin 435 hezar û 317 kes ji jinan pêk tê, 210 hezar û 459 kesan zanîngeh qedandine, 430 hezar û 613ê wan jî ji ciwanan pêk tê.

Nîv milyon kesî îstifade kir

Wezîrê diyar kir ku saziyê di mijara zêdekirina wesfên xebatkaran da karên kêrhatî kirin û wiha axivî: 

"Di vê çarçoveyê da, di sala 2018an da, di çarçoveya bernameyên perwerdeya destpêka kar da 300 hezar û 512 kesan , di çarçoveya qursên perwerdeya meslekî da 117 hezar û 239 kesan û di bernameyên veberhênaniyê da 81 hezar û 183 kesan bi tevahî 498 hezar û 934 kesan ji bernameyên zêdekirina karê çalak îstifade kirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE