Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik ragihand ku bi bi bernameya 3 piştekên civakî ên neqdî, dê nêzîka 277 milyon lîra alîkariyê bidin yên xwedan pêwistî.
Yanik di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbarê alîkariyên civakî yên ku dê di çarçoveya alîkariyên perwerdeya mercdar, tendirustiya mercdar, firezayinî û nexweşiya kronîk de bê kirin agahî dan.
Yanikê ragihand ku bi bernameyên alîkariya civakî ji bo zarokên ku bi firezayinê tên dinyayê, zarokên di serdema xwendina sereta û navendî de, zarokên temenê wan di navbera 0-6ê de herwiha ji bo ducaniyan jî di serdema ducanî û biçêlbûna piştî welidînê de, bi awayekî bi pergal, bi periyodên 2 mehî alîkariya neqdî didin malbatên xwedan pêwîstî.
Wezîr Yanikê anî ziman ku bi giştî dê 273,4 milyon lîra alîkarî didin 2,7 milyon kesên xwedan pêwîstî. Herwiha alîkariyê didin yên ku nexweşiyên wan ê kronîk hene û ji 25ê gulanê pê ve ji bo 2 hezar û 30 kesên xedan pêwîstî, dê 3,3 milyon piştevanî bê kirin.
AA