Wezîra Ticaretê Pekcanê "Plana Sereke ya Îxracatê" eşkere kir

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê "Plana Sereke ya Îxracatê" eşkere kir û diyar kir ku di Plana Sereke ya Îxracatê da 17 dewletên hedef û 5 sektorên hedef eşkere kirine.

Wezîra Ticaretê Pekcanê "Plana Sereke ya Îxracatê" eşkere kir

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di Plana Sereke ya Îxracatê da me 17 dewletên hedef û 5 sektorên hedef eşkere kirin. Sektor ji makîne, otomotîv, elektrîk-elektronîk, kimya û endustriya xurekê pêk tên. Di Plana Sereke ya Îxracatê da dewletên hedef jî ji Amerîka, Brezîlya, Çîn, Etiyopya, Fas, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr, Hindistan, Iraq, Îngilistan, Japonya, Kenya, Malezya, Meksîka, Ozbekistan, Rûsya û Şiliyê pêk tên."

Pekcanê li Stenbolê "Plana Sereke ya Îxracatê" eşkere kir.

Wezîra Ticaretê Pekcanê diyar kir di Plana Sereke ya Îxracatê da 17 dewletên hedef û 5 sektorên hedef eşkere kirine û wiha got: "Sektor ji makîne, otomotîv, elektrîk-elektronîk, kimya û endustriya xurekê pêk tên. Di Plana Sereke ya Îxracatê da dewletên hedef jî ji Amerîka, Brezîlya, Çîn, Etiyopya, Fas, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr, Hindistan, Iraq, Îngilistan, Japonya, Kenya, Malezya, Meksîka, Ozbekistan, Rûsya û Şiliyê pêk tên."

Pekcanê destnîşan kir bi Plana Sereke ya Îxracatê ji bona îxracatkarên xwe Platforma Îxracatê ya Biaqil ava dikin û wiha got: "Bi Herêmên Serbest yên Îxtisasê hedefa me ew e ku para îxracatê ya Tirkiyeyê ku ji sedî 3,5 e di îxracata amûrên teknolojiya pêşketî da derxin ji sedî 5an."

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE