Li Batmanê xebat û xizmetên ji bo îstixdamkirina jinan bênavber didomin. Midûrıya İŞ-KUR’a bajêr diyar kir ku di 10 salan de qederê 40 hezar keç û jin di karên cûrbıcûr de hatine îstixdamkirin.
Li Batmanê piştî vebûna kargeh, atolye û fabrîkayên cûrbicûr xebata jinan jî zêde bû.
Bi taybetî jî kargeh, atolye û fabrîkayên tekstîlî bûne wek navenda xebata jinan.
Midûriya İş-Kur’ê ya bajêr ragihand ku di 10 salên dawî de zêdetirî 40 hezar keç û jinên Batmanî hatine îstixdamkirin.
Jinên ku hatine îstixdamkirin, zêdetirîn di warên wek hilberîn, tekstîl û tenduristiyê de dixebitin û kedê didin.
Tê ragihandin, tenê di karê tekstîlê de zêdetirî 14 hezar keç û jinên Batmanî dixebitin û ev reqem roj bi roj zêde dibe