Xebatên li ser nîşanbara pêvek a 3600î

Wezîr Selçûkê di civîna Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) da ku li Tesîsa Civakî ya Kavaklidereyê hat kirin da bi endamên çapemeniyê ra hat bal hev.

Xebatên li ser nîşanbara pêvek a 3600î

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê der barê nîşanbara pêvek a 3600î ya çavê hin karmendên dewletê lê ye da got: "Xebatên me yên li ser nîşanbara pêvek a 3600î bi Serokatiya Personelên Dewletê û wezaretên me yên din ra dewam dikin."

Wezîr Selçûkê di civîna Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) da ku li Tesîsa Civakî ya Kavaklidereyê hat kirin da bi endamên çapemeniyê ra hat bal hev.

Wezîr Selçûkê bi bîr xist ew verastkirina ku mijara hêsankirina hildana mehaniya bêkariyê, zêdekirina mehaniya teqawidan a divê herî kêm hezar lire be û gelek tiştên din jî di nav da bûn li Meclisê hat qebûlkirin û wiha dewam kir: "Ewê mehaniya tu teqawidî di bin hezar lireyî da nebe, me mehaniya kesên bi sîgorte û xwediyên heq in jî verast kir. Ev yek jî wê di meha sibatê li ser mehaniyan bê dîtin."

Der barê mijara nîşanbara pêvek a 3600î da jî Selçûkê got: "Xebatên me yên li ser nîşanbara pêvek a 3600î bi Serokatiya Personelên Dewletê û wezaretên me yên din ra dewam dikin. Sozekî ku Serokomarê me da bû hebû û înşeallah ev xebatên li vê derê dema biqedin em ê bi raya giştî ra wê yekê jî parve bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE