"Îxracat di adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 19,8 zêdebûnê va bû 22,7 milyar dolar"

Muş li Salona Konferansê ya Wezareta Bazirganiyê bi Serokê Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle ra civîneke çapemeniyê li dar xist û reqemên bazirganiya derva ya meha adarê eşkere kir.

"Îxracat di adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 19,8 zêdebûnê va bû 22,7 milyar dolar"

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş daxuyand îxracat di meha adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 19,8 zêdebûnê va bû 22,7 milyar dolar û got: "Ev di hemû zemanan da reqema îxracatê ya meha adarê ya herî zêde ye."

Muş li Salona Konferansê ya Wezareta Bazirganiyê bi Serokê Meclisa Îxracatvanan a Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle ra civîneke çapemeniyê li dar xist û reqemên bazirganiya derva ya meha adarê eşkere kir.

Wezîr Muş daxuyan pêşvaçûna di îxracatê ya 2021î da zêde bûbû dewam dike û wiha axivî: "Îxracat di adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 19,8 zêdebûnê va bû 22,7 milyar dolar. Ev di hemû zemanan da reqema îxracatê ya meha adarê ya herî zêde ye. Ev reqem di nav hemû zemanan da reqema herî zêde ya îxracatê ya meha adarê ye. Me di çileya paşîn û sibatê da reqemên mehane yên herî zêde eşkere kiribû. Bi meha adarê va jî me îsal di 3yan da 3 pêk anî."

Der barê rêjeya îxracatê ya 12 mehan da Muş wiha got: "Bi îxracata 12 mehan ya ku gihîşt 235,6 milyar dolarî va em digîhîjin hedefa îxracatê ya 250 milyar dolarî ku Birêz Serokomarê me ji bo dawiya salê îşaret kiribû."

Ji bo kêmkirin û daketinên KDVyê jî Muş got ew di her qadê da bihayan dişopînin û wiha pê da çû: "Em sektor sektor lêkolînê dikin. Yên dijî qanûnan tevdigerin, bi etîketan dilîzîn û tevgerên spekulatîf dikin wê berdêla vê bi awayekî giran bidin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE