Îxracata 9 mehan a Rojhilatê Anadoluyê ji sedî 33,5 zêde bû

Îxracata 9 mehan a Rojhilatê Anadoluyê ji sedî 33,5 zêde bû

Îxracata fîrmayên endamên Yekîtiya Îxracatvanên Rojhilatê Anadoluyê (DAÎB) ya di serdema rêbendan-îlonê da li gorî heman serdema sala çûyî bi qasî ji sedî 33,5 zêde bû û derket milyarek û 886 milyon û 240 hezar dolarî.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê û DAÎBê berhev kirin, di serdema rêbendan-îlonê da ji qada ku Yekîtî jê berpirsiyar e, ji Agirî, Erdexan, Batman, Bayburt, Bîngol, Bîdlis, Erzirom, Erzingan, Elezîz, Îdir, Hekarî, Mûş, Şirnex, Tuncelî, Wan, Qers û Sêrtê bo 184 welat û her wiha herêmên xweser û serbest berhem hatin şandin.

Fîrmayên endamên DAÎBê yên ku par di serdema rêbendan-îlonê da bi bihayê milyarek û 411 milyon û 495 hezar dolarî îxracat kirin, îsal di heman serdemê da îxracata xwe bi qasî ji sedî 33,5 zêde kirin û derxistin milyarek û 886 milyon û 240 hezar dolarî.

- Herî zêde îxracat bo Iraqê hat kirin

Yekîtiyê di serdema rêbendan-îlonê da herî zêde îxracat bi 452 milyon û 48 hezar dolarî va bo Iraqê kir. Pey ra bi 115 milyon û 235 hezar dolarî va Îran, bi 111 milyon û 533 hezar dolarî va Azerbeycan-Naxciwan, bi 94 milyon û 324 hezar dolarî va Almanya, bi 85 milyon û 587 hezar dolarî va Tirkmenistan û bi 71 milyon û 698 hezar dolarî va jî Sûriye tên.

- 2 hezar û 415 fîrmayên endamên DAÎBê îxracat kirin

Serokê DAÎBê Ethem Tanriver diyar kir, di 9 mehan da wan îxracata xwe di asteke cidî da zêde kir û wiha got, "Îxracata fîrmayên endamên DAÎBê îsal tevahiya salê zêde bû. Nîvê ewil ê salê bi amarên rind va hat girtin, hêviya me heye ku di çaryeka dawîn a salê da jî îxracat dê derkeve amarên bilindtir."

Tanriver ji ber zêdebûna amarên îxracatê, hemû îxracatvan pîroz kirin û destnîşan kir ku di serdema rêbendan-îlonê da 2 hezar û 415 fîrmayên endamên DAÎBê îxracat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE