Îxracata bo Iraqê cardin zêde dibe

Serokê Konseya Kar a Tirkiye-Iraqê ya DEÎKê Emîn Taha:"Bi vebûna deriyên gumrikê va îxracata nexasim xida, kincên hazir, derman, alavên nava malê û berhemên mobîlyayê yên bo Iraqê dê cardin zêde bibe"

Îxracata bo Iraqê cardin zêde dibe

Serokê Konseya Kar a Tirkiye-Iraqê ya Lijneya Peywendiyên Aboriya Dereke (DEÎK) Emîn Taha diyar kir ku bi vebûna deriyên gumrikê va tevgera bazirganiya ligel Iraqê zêde b û wiha got, "Îxracata nexasim xida, kincên hazir, derman, alavên nava malê û berhemên mobîlyayê yên bo Iraqê dê cardin zêde bibe."

Taha di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da, ji hêla Wezareta Bazirganiyê va vebûna deriyên gumrikê yên ligel Iraqê bo veguhestina barê navneteweyî ku di pêvajoya şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hatibûn girtin, nirxand.

Taha diyar kir ku berî Kovîd-19ê ji Tirkiyeyê qedera 1700 tir rojane diçûn Iraqê ku ev hejmar di pêvajoya şewbê da berjêrî heta 300î bû. Taha bal kişand ku vebûna deriyên gumrikê ji bo wan gaveke erênî ye.

Taha diyar kir ku li Iraqê hemû sektorên ku di warê xerîdariya rojane da kar dikin, dê geş bibin û wiha dewam kir, "Bi vebûna deriyên gumrikê va îxracata nexasim xida, kincên hazir, derman, alavên nava malê û berhemên mobîlyayê yên bo Iraqê dê cardin zêde bibe. Ez wisa difikirim ku îxracata me ya Iraqê dê di mehekê da rojane derkeve 2 hezar tirî."

Taha her wiha destnîşan kir ku banqeyên Tirk hevdîtinan dimeşînin da ku li Mûsilê şaxên xwe vekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE