Îxracata ji Gazîentabê ya ber bi Sûriyeyê zêde bû

Îxracata ji Gazîentabê ya ber bi Sûriyeyê di heyama rêbendan-cotmehê da li gor heman heyama sala par ji sedî 22 zêde bû û gihîşt 560 milyon dolarî

Îxracata ji Gazîentabê ya ber bi Sûriyeyê zêde bû

Ji Gazîentaba navenda bazirganî û pîşesaziyê îxracata ber bi Sûriyeyê va hat kirin di heyama rêbendan-cotmehê da li gor heman heyama sala par ji sedî 22 zêde bû û gihîşt 560 milyon dolarî.

Şer û pevçûnên navxweyî yên ji sala 2011an vir va li Sûriyeyê dewam dikin li ser bazirganiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da jî tesîreke neyînî kirin. Lê Wezareta Bazirganiyê ji bo li herêmên ku piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê û Herekata Mertalê Feratê ji hêzên terorê hatin paqijkirin bazirganî pêşkeve hin xebat kirin. Di vê çarçoveyê da kapasîteya deriyên gumrukê yên Karkamiş, Çobanbey û Oncupinarê hatin zêdekirin.

Bi saya verastkirinên li ser deriyên sînoran hatin kirin îxracata ji Gazîentabê ya ber bi Sûriyeyê hêsantir bû.

Li Tirkiyeyê ji bo wesayîtên barkirî cara ewil pergala "yekrawestgeh" hat avakirin, muemeleyên wesayîtên barkirî bêyî şofêr peya bibin tên temamkirin. Bi xêra pergala nû êdî ji bo muemeleyên fermî TIR û wesayît zêde nasekinin û muemeleyên li gumrukê jî bi hêsantir diqedin.

Ji bajarê Gazîentabê îxracata ku ber bi Sûriyeyê va hat kirin di heyama rêbendan-cotmehê da li gor heman heyama sala par ji sedî 22 zêde bû û gihîşt 560 milyon dolarî. Ji sedî 40ê vê îxracatê jî ji ser Deriyê Gumrukê yê Karkamişê hat kirin.

- Bi qasî 75 hezar TIR ji Deriyê Gumrukê yê Karkamişê derbas bûn

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriyeta Herêma Bazirganî û Gumrukê ya GAPê berhev kirin rojê kêm zêde bi qasî 150 TIR di Deriyê Gumrukê yê Karkamişê da tên û diçin.

Ji meha rêbendana sala 2017an heta meha cotmeha sala 2018an ji Deriyê Gumrukê yê Karkamişê bi qasî 75 hezar TIR hatin şandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2018, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE