Wezîra Ticaretê Pekcanê li ser daneyên dawî yên derbarê îxracatê de daxuyanî da
Wezîr Pekcan: “Îxracata me ya di Îlonê da li gor heman meha par ji sedî 4,8 û li gor meha Tebaxê jî ji sedî 28,5 zêde bû û bû 16 milyar û 13 milyon dolar."
Pekcan: “Di meha Îlonê da tenê ji bona meha Îlonê û 2020an me serkeftinek bi dest xist û heta niha di meha Îlonê da me îxracata herî mezin kir."
Pekcan: "Reqamên îxracatê nîşan didin ku pêvajoya normalîzebûn û pêşketinê ya ji bandora pandemiyê xelasbûnê bi serkeftî didome."