Xwazyarên Tanka Kaplanê zêde dibin

Tanka Kaplan MT (Harimau) ku ji bo pêdawistiyên Endonêzyayê li Türkiyeyê hat çêkirin, îdî îmalata wê ya serî dest pê dike.

Xwazyarên Tanka Kaplanê zêde dibin

Tanka Kaplan MT (Harimau) ku ji bo pêdawistiyên Endonêzyayê li Türkiyeyê hat çêkirin, îdî îmalata wê ya serî dest pê dike. Hevdîtinên bi mebesta îmkanên îxracatên nû jî berdewam in.

Rêveberê Bilind ê FNSSê Naîl Kurt ji nûçegihanê AAyê re behsa projeya tanka Kaplanê (Piling) kir ku ji bo fîrmeya PT Pînbad ku saziya pîşesaziya bergiriyê ya Endonêzyayê ye herwiha ji bo Hêzên Bejayî ya Endonêzyayê çêkirine.

Kurt anî ziman ku roja dawîn a sala rabirdû li ser îmalata serî ya 18 wesayitan peyman çêkirine û dest bi îmalata serî ya tanka Kaplanê kirine. Herwiha dê ber bi dawiya salê ve prototîpek bê teslîmkirin û sparişên mayî jê dê bi pîvaneke mezin bi teslîmatên 2021ê biqedin.

Kurt destnîşan kir ku tanka Kaplanê gelekî bikêrhatî ye û got, "Kaplan di warê hêza lêdanê, parastina zirx, liv û tevgerê gelekî baş e û maliyeta wê ya operasyonê jî kêm e. Ji vî alî ve balkêş e."

- Ji bo îxracata nû ast a biryarê

Kurt bal kişand ser wê yekê projeya navborî di heman demê de transfera teknolojiyê ye û di çarçoveya pêvajoyê de lîsans dane Endonêzyayê û herwiha dê mafê gotinê li gorî îhtiyacên hinek welatan yên hevbeşê wan be.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE