Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê biryara pêşniyazê da ku piştgiriya çalakiyên aboriyê bê kirin

Saziya Rêvebiriya Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê biryara pêşniyazê da ku piştgiriya çalakiyên aboriyê bê kirin

Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê biryara pêşniyazê da ku piştgiriya çalakiyên aboriyê bê kirin

Saziya Rêvebiriya Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê biryara pêşniyazê da ku piştgiriya çalakiyên aboriyê bê kirin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Bankayan da hat gotin Saziya Rêvebiriyê ya Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê duh di civîna xwe da behsa rîsk û tesîrên şewba vîrusa koronayê ya kurewî kir û tesîrên wê yên li ser aborî û civakî hatin nirxandin.

Hat gotin ji bo ku tesîra wê kêm bigihêje aboriya Tirkiyeyê sazî tevdîrên berfireh digirin û wan jî hin biryar dan.

Daxuyaniyê got Yekîtiya Bankayan pêşniyaz kir ku daxwaza krediyê ya saziyan, KOBÎyan û şexsan divê bilez bên nirxandin û bersiv bê dayîn.

Hat gotin Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê ji endamên xwe ra pêşniyaz kir ku dema wan tesbît kir tesîra neyînî ya şewbê li ser kîjan muşteriyên wan heye ne ji ber çalakiyên aboriyê, ji ber tesîra şewbê ya vîrusa koronayê agahiyên wan bidin Navenda Rîskê.

Herî dawîn hat destnîşankirin sektora bankavaniyê wê piştgiriya çalakiyên aboriyê bidomîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 02:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE