Ji bo sala 2020î ji sedî 12 zem hat ser baca wesayîtên bi motor (MTV).
Biryara Serokomar a ji bo mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryarê li gor sala 2019an di çarçoveya Qanûna Baca Wesayîtên Bi Motor a jimara wê 197 e da ji bo sala 2020î ji sedî 12 zem hat ser baca wesayîtan.
Biryar wê di 1ê rêbendana 2020î da têkeve rewacê.
AA