Baca ji dahata faîzê ya mewduatên Lireyên Tirk dihat hildan hat kêmkirin û ya ji mewduatên dowîz jî tê hildan hat zêdekirin.
Biryara Serokomar a Der Heqê Verastkirina Biryara Pêvek a Biryara Lijneya Wezîran a bi Dîroka 22/7/2006an û bi jimara 2006/10731î di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Li gor vê faîza ji bo hesabên dowîz û Lireyên Tirk dihatin dayîn û rêjeya stopaj a karê ya ku bankeyên parmendî ji ser hesabên parmend didan jî ji nû va hatin verastkirin.
Rêjeya ku ji ser mewduatên dowîz ên heta 6 mehan dihat hildan ji sedî 18an derket sedî 20î û yê ji bo salekê jî ku ji sedî 15 bû derket ji sedî 16an. Lê rêjeya ku ji ser hesabên qewlê wan ji salekê zêdetir e bi qasî ji sedî 13 dihat hildan neguherî.
- Mewduatên TLyê
Rêjeya baca ku ji ser hesabên mewduatê yên Lireyên Tirk dihat hildan jî ji bo 6 mehan ku ji sedî 15 bû daket ji sedî 5an ji bo mewduatên bi qewlê salekê jî ji sedî 12 bû û ew jî daket ji sedî 3yan. Rêjeya baca ji dahata ku ji ser hesabên mewduatê yên qewlê wan ji salekê zêdetir e dihat hildan jî wê êdî neyê hildan.
Biryar ji roja ku ket rewacê heta sê mehan wê ji ser hesabên mewduatê û yên parmendî bê sepandin.
AA