Di bazara navneteweyî da bi destpêkirina muameleyên kirîn û firotinê va bermîla nefta brent jî bi 77,44 dolarî tê firotin.
Duh bihayê bermîla nefta brent bi 78,16 dolaran dest bi rojê kir û navê rojê heta 79,70 dolarî derket û îro jî bi 77,80 dolarî dest bi rojê kir. Ji saet 09.32an vir va ji sedî 0,46 daket û niha bi bihaya 77,44 dolarî tê firotin.
Di heman deqîqeyan da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 69 dolaran tê firotin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duh beşdarî civînekê bû û destnîşan kir ku digel sepandinên Amerîkayê ewê derxistin û îxrackirina neftê bidomînin.
Pisporên vî karî ragihandin ku bobelata li Kendava Meksîkayê qewimî li herêmê ji ber rê li ber derxistina neftê negirt bihayê neftê daket.