Di kampanyaya milkan da mizgîniya erzaniyê

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir gorî kampanyaya milkan ji ser bihayê firotina projeyan wê ji sedî 10 erzanî bê kirin.

Di kampanyaya milkan da mizgîniya erzaniyê

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir gorî kampanyaya milkan ji ser bihayê firotina projeyan wê ji sedî 10 erzanî bê kirin.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum: "Herî kêm wê ji sedî 10 pêşin bê hildan. Ji bona welatiyên me yên zêr û dowîzên wan hene rewşeke wiha heye. Zêr û dowîz ne li gor kurên niha, di nav demê da em bibêjin bihayê dowîz û zêr zêde bû wê li gor vê di bihayên avahiyan da berdêl bikeve. Loma jî êdî hewce nake kes zêr û dowîzên xwe li derekê bide sekinandin."

"Kampanya wê di 29ê Tebaxê da dest pê bike û heta 31ê Cotmehê dewam bike. Heger hûn bibêjin di warê stokê da hûn dikarin hejmareke rasterast bibêjin? Ev li gor nêrînê diguhere. Ev kampanya ji bona 100 hezar milkî ye. Di 100 hezar milkî da qota heye. Yanê qederê ji sedî 25. Înşellah wê nûnerên sektorê vê hejmarê zêde bikin. Niha şertên kampanyayê 100 hezar avahî ne û ev jî qederê ji sedî 25 e."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum ji bona bihayên daîreyan wiha got: "Sînorek tuneye. Lê divê welatiyên me bizanibin ku em teqîb dikin. Yanê kampanya dest pê kir biha bên zêdekirin û hat firotin biha bê zêdekirin, ev nabe. Helbet wê wezareta me teqîb bike. Ji bona bihayê daîreyan sînorek tuneye."

 "Sektora me weke ku berê jî kiribû îro dîsa bi kampanyayeke din mînakeke fedakariyê radixe pêş çavan. Ez wisa bawer dikim ku îhtimal tuneye welatiyên me ji vê fedakariyê qezenc nekin lewra li welatê me milk her tim bi qîmet e. Ji ber vê jî ev yek him ji bo bi kêrî aboriyê bê, him ji bo sektorê û him jî bi kêrî kiryaran bê kampanyayeke pir girîng e. Ev yek hin kesan aciz dike. Ev sekna neteweyî, seferberiya neteweyî û yekîtiya neteweyî ya li welatê me hin kesan aciz dike lewra dagirkeriya aboriyê ya li ser welatê me bi bûyerên Geziyê dest pê kir, bi 17-25ê berfanbarê dewam kir. Ev yek wê hin kesan hêj gelek azic bike. Ji bo bazara me îro roja qezenc kirinê nîne roja fedakariyê ye."

 

 

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE