Di tîrmehê da herî zehf bihayê lêmonê zêde bû

Di tîrmehê da li gor hezîranê ji sedî 12,86an va herî zehf bihayê lêmonê zêde bû.

Di tîrmehê da herî zehf bihayê lêmonê zêde bû

Di tîrmehê da li gor hezîranê ji sedî 12,86an va herî zehf bihayê lêmonê zêde bû.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) piştî lêmonê ji sedî 12,35an va bihayê eraqê, ji sedî 11,88an va bihayê bacanên sor zêde bû.

Rêjeya ber û sebzeyên di tîrmehê da bihayê wan zêde bûn wiha ye: Ji sedî 10,59an va bîre, ji sedî 9,78an va xiyar, ji sedî 9,38an va qeysî, ji sedî 8,06an va hêk, ji sedî 7,87an va çayên hazir, ji sedî 7,10an va margarîn, ji sedî 6,97an va rûnê motoran.

- Herî zêde alûç erzan bûn

Meha borî ji sedî 23,36an va herî zêde jî bihayê alûçan daket. Piştî alûçan ji sedî 20,09an va şeftelî, ji sedî 17,37an va bîberên tolmeyan, ji sedî 16,95an va zebeş, ji sedî 14,53yan va kartol, ji sedî 13,54an va fasûlyeyên ter, ji sedî 13,38an va belîcan, ji sedî 6,51ê va jî tîşortên zarokan erzan bûn.

AA 

Dîroka nûkirinê: 03 Tebax 2018, 12:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE