Heywanên qurbanê bi bihayê tirimbêlan tên firotin

Li Meydana Heywanan a Qersê conageyên nêzî tonekî giran bi bihayê tirimbêlan li benda kiryarên xwe ne.

Heywanên qurbanê bi bihayê tirimbêlan tên firotin

Li Meydana Heywanan a Qersê ya ku yek ji navendên girîng ên heywandariyê ye conagayên bi qasî tonekî tên bi bihayê tirimbêlan li benda kiryarên xwe ne.

Îsal him li Qersê û him jî li herêmê baran zêde bû, bi xêra vê çêre jî pir bû û heywanên qurbanê jî têr çêrin.

Ji ber xweş û têr çêrînê heywanên qurbanê baş goşt girtin û bi nêzbûna Eyda Qurbanê va êdî hatin ber firotinê.

Di nav heywanên qurbanê da bi taybetî conegayên ku nêzî tonekî tên gelekî balê dikşînin ser xwe lewra bihayê her yekî ji wan bi qasî bihayê tirimbêlekê ye.

Li Meydana Heywanan a Qersê conegayên bi navê "Bariş" û Talîsca -2" û li Meydana Heywanan a Selîmê jî conegayên bi navê "Ejder" û "Şahîn" ku her yek ji wan nêzî tonekî giran in gelek balê dikşînin.

Li meydana heywanan a li navendê conegayê bi navê "Bariş" ku cisnê wî sîmental e û 822 kîlo diavêje ji hêla Yildirim Zengîn va bi 14 hezar lireyî hat kirîn.

Zengîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku beriya eydê li meydana heywanan bazarî gelek tên kirin û wiha pê da çû: "Ji heywanên qurbanê yên ku herî zêde balê dikişand yek jî Bariş bû me ew kirî, Xwedê şerjêkirina wî jî bike para me."

Di Meydana Heywanan a Selîmê da jî Ahmet Cîhangîr li bendêye ku conegeyê xwe yê bi navê "Şahîn" ê tonek tê bi 15 hezar lireyî bifiroşe û wiha dewam kir: "Me conegayê xwe li zozanên Qersê di nav çêregehê da xwedî kir. Tu tiltekî wî kêm nekir û niha berdêla wî 15 hezar lireye. Li Qersê bazara heywanan piçek erzan e. Berdîgana keda me dernaxe. Em li benda kiryarê wî ne."

- "Ejder" jî bi 15 lireyî hat firotin

Mixtarê Gundê Yukari Damlapinarê Dursun Bîlgîn destnîşan kir ku wî jî conegayê bi navê "Ejder" ê tonekî diavêje bi 15 hezar lireyî kirî û wiha pê da çû: "Li vê derê heywanên qurbanê gelek erzan in. Min heywanê tonek tê bi 15 hezar lireyî kirî."

Hasan Çamliyê ku conegayê bi navê Ejder firot Bîlgîn jî got: "Bihayê kîloya heywanê sax kêm e. Dewlet piştevaniyê dide lê divê bihayê par û bihayê îsal yek nebe. Sala par bihayê torbeyê êm 50 lire bû em îsal bi 80 lireyî distînin. Bihayê kîloya heywanê sax par jî 18 lire bû û îsal jî 18 lire ye."

Ji welatiyan Gokhan Demir jî got ku wan jî li Dîgorê conegayê bi navê "Talîsca-2" yê bi qasî 800 kîlo diavêje bi 13 hezar û 250 lireyî kirîn.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2018, 15:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE