Îxracat ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist

Îxracata di 12 mehên dawîn da ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist.

Îxracat ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist

Îxracata di 12 mehên dawîn da ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist.

Daneyên demkî yên îxracata di meha Tîrmehê da li Wezareta Ticaretê bi beşdariya Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê û Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle hatin eşkerekirin.

Hat diyarkirin îxracata di meha Tîrmehê da li gor heman meha sala par ji sedî 11,8 zêde bû û gihîşt 14,1 milyar dolarî û ev rêje di nav hemû mehên Tîrmehê da reqama herî zêde ye.

Hat destnîşankirin meha Tîrmehê da îtxalat ji sedî 6,4 kêm bû û daket 20,1 milyar dolarî û rêjeya îxracatê ya kêmasiya îtxalatê temam dike ji sedî 58,7an derket ji sedî 70,1ê.

Li gor daneyan îxracata di 12 mehên dawîn da ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 14:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE