Wezîr Albayrak di hevpeyvîna Rojnameya Hurriyetê de got, Emerîka di pergala fînansê de welatê herî mezin e û niha êrişên aborîyê dike. Albayrak wiha pê de çû: Tirkiye û hemû dewletên ku bi pêş ve diçin di heman halî de ne.
Albayrak destnîşan kir ku hin kes dibêjin aboriya Tirkiyê zeyîf e û wiha dewam kir: Yên vê dibêjin teqez xêrnexwaz in. Ew kes qet naxwazin Tirkiye mezin bibe, pêş de here.
Albayrak got; ji bo rewşa aboriyê em ê plana aksiyonê bidin destpêkirin û îro em ê hemû gavên hewce biavêjin.
Serokê Ragîhandinê yê Serokkomariyê Fahrettin Altun jî li ser Twetêrê daxuyaniyek da û wiha got: "Daxuyaniyên Serokkomar ên li Trabzonê xelet hatin şîrovekirin. Birêz Serokkomar di daxuyaniyên xwe de negot em ê dest deynin ser pereyê di hesabên mewdûatê de. Tu kes, bi tu awayî dest li pereyên di bankayê de nade. Bila dilê herkesê rehet be."