Rojhilat û Başûrê Rojhilatê di nav 7 mehan da bi milyarek û 23 milyon dolarî îxracat kir

17 fîrmayên ku endamê Yekîtiya Îxracatkarên Rojhilata Anadoluyê îsal di heyama rêbendan û tîrmehê da bi qasî milyarek û 23 milyon dolarî îxracat kirin.

Rojhilat û Başûrê Rojhilatê di nav 7 mehan da bi milyarek û 23 milyon dolarî îxracat kir

17 fîrmayên ku endamê Yekîtiya Îxracatkarên Rojhilata Anadoluyê (DAÎB) ne, îsal di heyama rêbendan û tîrmehê da bi qasî milyarek û 23 milyon dolarî îxracat kirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên DAÎBê dan hev, di 7 mehên salê da Agirî, Erdexan, Batman, Bayburt, Bîngol, Bidlîs, Erzirom, Erzincan, Elezîz, Îdir, Hekarî, Mûş, Şirnex, Tuncelî, Wan, Qers û Sêrtê ji 171 welatan ra îxracat kir.

Di vê heyamê da îxracat li gor heman mehên par di sektorên madenkarî û çandiniyê da zêde bû. Îxracata DAÎBê tenê di tîrmehê da 144 milyon û 276 dolar pêk hat.

Endamên DAÎBê par di heyama rêbendan û tîrmehê da ji berên çandiniyê 149 milyon dolar, ji sektora madenkariyê 41 milyon dolar îxracat kir. Îsal di heman heyamê da îxracat di çandinî ji sedî 8,4 zêde bû û bû 162 milyon dolar, sektora madenkariyê ji sedî 21 zêde bû û bû 50 milyon dolarî.

Di heyama navborî da ji îxracata yekîtiyê 811 milyon dolar jî ji berên sanayiyê hat.

Di vê çarçoveyê da ji berên sanayiyê di rêza ewil da bi 131 milyon dolarî va madeyên kîmyayî, 124 milyon dolarî va makîne, 110 milyon dolarî va sektora cil û bergên hazir û berên konfeksiyonê hatin firotin.

Di mobîlya, kaxiz û berên daristanê da li gor heman heyama par îxracata DAÎBê ji sedî 24 zêde bû û bû 83 milyon û 377 hezar dolarî, îsal di heyama rêbendan û tîrmehê da ji berên çandiniyê dexl û den, beqliyat, toximên birûn û berên wan bi 21 milyon û 235 hezar dolarî, ji fêkî û zerzewadan bi 11 milyon û 858 hezar dolarî îxracat kir.

- Îxracata herî zêde ji Şirnexê ye, zêdebûna herî zêde ji Bidlîsê ye

Li gor bajêran belavbûna îxracatê ya di nav 7 mehên navborî de bi 169 milyon 293 dolaran li Şirnexê hat kirin. Piştî vî bajarî bi 23 milyon dolarî Hekarî, 10 milyon dolarî Erzirom, 6 milyon dolarî Erzincan, 8 milyon dolarî Batman û 4 milyon dolarî Bidlîs tê.

Di nav 17 bajarên girêdayî yekîtiyê de di nav vê heyamê de li Bidlîsê ji sedî 94 zêdebûn çêbû û bû bajarê ku îxracata wê herî zehf zêde bûye.

Îxracata herêmê dema ku li gor welatan tê nirxandin di rêza ewil de Iraq heye. Di 7 mehên navborî de bihayê 250 milyon dolarî berhem firotine Iraqê û pişt re jî bi 72 milyon dolarî Azerbaycan-Nexçivan, 67 milyon dolarî Îran, 47 milyon dolarî jî Almanya tê.

- Şampiyonê Îxracata Rojhilat Şirnexê

Ethem Tanriverê Serok Lijneya Rêvebiriyê Yekîtiya Îxracatkarên Rojhilata Anadoluyê destnîşan kir ku di nav bajêrên girêdayî yekîtiyê de bi 169 milyon û 293 dolaran îxracata herî zêde li Şirnexê hatiye kirin û wiha axivî:

"Ji ber ku nêzî deriyên sînor ên Iraq û Xabûrê ye li herêmê di nav 17 bajaran de îxracata herî zêde li Şirnexê tê kirin. Ji Şirnexê piranî sebze û meyweyên ter berhemên pîşesazî û çandiniyê tên îxrackirin. Şirnex şampiyonê herêmê ye. Di mijara îxracatê de çi dikeve ser me em amade ne ku bikin. Îxracatkarên me bixwazin ku biçin kîjan welatî kîjan bazarê em ê wan bibin. Heke îxracatkar bixwazin hîn bibin ku ka kîjan welatan çi sitandine çi firotine hev divê teqez malpera 'ihracatpusulasi.org.tr' ziyaret bikin."

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE