Wezîrê Pekcanê nexşerêya bazirganiyê eşkere kir

Wezîra Bazirganiyê Pekcan got, "Pêşreviya me ya îxracatê dê bidome. Bi stratejiyên taybet va em ê berê xwe bidin bazarên wekî Çîn, Amerîkaya Latîn, Hindistan, Meksîka û Afrîkayê."

Wezîrê Pekcanê nexşerêya bazirganiyê eşkere kir

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê wiha got, "Pêşreviya me ya îxracatê dê bidome. Bi stratejiyên taybet va em ê berê xwe bidin bazarên potansiyel ên wekî Çîn, Amerîkaya Latîn, Hindistan, Meksîka û Afrîka."

Pekcanê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da, da bibîrxistin ku bi destpêkirina Pergala Hikûmeta Serokomariyê ra herdu wezaretên mezin, Wezareta Aboriyê û Wezareta Gumrik û Bazirganiyê di bin sîwanekê da bûn yek.

Pekcanê bal kişand ku bi yekbûna van herdu wezaretan va êdî bazirganî li navendekê kom bû ku ji ber vê yekê jî wezareteke pir bihêz a Bazirganiyê derket ortê. Pekcanê bal kişand ku di serdema nû da vîzyona wan jî wiha ye, "Ji esnafê piçûk bigire heya hilberîner û îxracvanê herî mezin ji yek navenê pêşkêşkirina xizmetê."

Pekcanê diyar kir ku Wezareta Bazirganiyê wê li ser vê bingeha nû, stratejiyên proaktîf bide ber xwe û bixebite da ku pêşî li Tirkiyeyê vebe û pêşketina aboriya Tirkiyeyê bilez bibe û wiha dewam kir, "Pêşreviya me ya îxracatê dê bidome. Bi stratejiyên taybet va em ê berê xwe bidin bazarên potansiyel ên wekî Çîn, Amerîkaya Latîn, Hindistan, Meksîka û Afrîka."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE