Bajarê nebî û pêxemberan

Xwedê Teala, ji bo riya hîdayetê nîşanî mirovan bide 124 hezar pêxember şandin ser rûyê erdê. Lê belê di Qur'ana Pîroz de navê 25 pêxemberan tenê derbas dibe. Ji van pêxemberan qebrên hezretî Elyasa û zulkîfl li Diyarbekırê ne.

Diyarbekir bajarê pêxember, nebî û sihabeyan e.

Lewra li bajarê qedîm 2 pêxember, 6 nebî û 541 sihabe radizên.

Pêxemberên ku navên wan di Quranê de derbas dibin qebrên wan li navçeya Gêlê ne.

Qebrên Hezretî Zulkîfl û Elyasa di sala 1995an de ji ber bendeva Dîcleyê hatibûn neqilkirin.

Di dema veguhastinê de muzeyek derket holê.

Gêl di manewiyata olî de cihekî girîng e û wek baxçeyê cenetê ye. Lê mixabin welatî zêde qedr û qîmetê nîşan nadin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.