Beşeke rûyê duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê Çildirê qerimî

Gola Çildirê ku rûberê wê 123 kîlometrekare ye û dikeve ser sînorê Kars-Erdexanê, ji ber sir û sermaya ku li herêmê xwe nîşan da, qerimî.

Li duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê Çildirê û her wiha li Karsa ku yek ji bajarên herî sar ê welêt e, germahiya hewayê hetanî 10 pileyan daket binê sifirê.

Her wisa beşeke rûyê duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê Çildirê ji ber sir û seqemê qerimî.

Li Arpaçaya navçeya Karsê piştî ku rûyê golê li tanga gundê Taşbaşiyê qerimî, sitûriya cemedê gihîşt qedera 25-30 santîmetreyî.

Welatiyên ku derketin ser rûyê gola ku rûberê wê 123 kîlometrekare ye, maweyeke xweş derbas kir.

Welatî Omer Faruk Yildiz ku li ser cemeda li ser rûyê Gola Çildirê meşiya, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku meşa li ser rûyê gola qerimî, dibe wesîleya kelecaniyeke şêrîn û wiha got, "Dawiya meha mijdarê ye û êdî em ê bikevin meha berfanbarê. Niha em jî li ser cemedê ji xwe ra dimeşin û bi rastî jî li vê derê dîmeneke zehf newaze heye. Bira herkes were dîtina Gola Çildirê. Ez dibêm qey rûyê golê heya meha adarê qerimî dimîne."