1. Festîvala Ecînê

Ji bo danasîna ecîna xwe ya tescîlkirî mihrîcanek çêkirin

1. Festîvala Ecînê

Ecîn, yanî “çiğ köfte” li herêmê xwarineke bi nav û deng e. Semsûriyan ecîn lı ser navê bajarê xwe tescîl kirin û yekem Mihrîcana ecînê organîze kirin.

Cigi goşt, bi navê xwe yê din Ecîn, li herêmê xwarineke bi nav û deng e.

Li serê gelek minaqaşe tên kirin. Rihayî dibêjin ya me xweş e, Semsûrî dibêjin ya me.

Lê herî dawî jî Semsûriyan ev xwarina navdar li ser navê bajarê xwe tescîl kir û ji bo vê jî yekem festîvala ecînê çêkirin.

Şaredarê Semsûrê Hüsrev Kutlu bi destê xwe ecîn çêkir û îkramê beşdaran kir.

Tevî xelkê Semsûrê, gelek rayedar û siyasetmedar jî tevlî fetîvalê bûn. AHMET AYDIN - Parlamenterê Ak Partiyê yê Adıyamanê

Di mihrîcanê de hunermendên herêmî stran gotin, welatiyên jî bi hev re govend gerand.

Dîroka nûkirinê: 14 Cotmeh 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE