1. Festîvala Kufteyên Bisalçe

Bi sedan kesî li tehma kufteyan nêrî û yên baş hilbijartin

1. Festîvala Kufteyên Bisalçe

Li Elezîzê yekemîn festîvala kufteyên bitirş hat kırın. Ligel bi sedan Elezîziyan, şaredar û rayedarên bajêr jî li kolana kuftepêjan beşdarî festîvalê bûn û li tehma kufteyan nêrîn.

Li Elezîzê Mihrîcana kufteyên bitirşa firingiyan hat kirin.

Festîval cara ewil hat kirin lêbelê bi sedan kes li kolana kuftepêjan bûn.

Di Festîvalê de kuftepêj huner û hostetiya xwe nîşan dan, gel jî li tehma kufteyên wan nêrî.

Şaredarê Elezîzê Mücahit Yanılmaz jî li qada festîvalê bû.

Yanılmaz got ‘’Gelek kes îro hatine kolana kuftepêjan û tevlî şahiya festîvala me bûne. Elezîz bi dîrok, çand, xwarin û hunerên xwe bajarekî dewlemend e. Bi dewlemendiya xwarin û xurekên herêmî jî gelek xurt e. Divê ev dewlemendî bê nasîn.’’

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2018, 12:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE