1. Mihrîcana fîlman a Hakkariyê

Mihrîcana fîlman colemêrgê bi pêşbaziya kurtefîlman xilas bû. Jûriyê 300 fîlm nirxandin û xelat da 4an. Fîlma ku navê wê “sêv” e, xelata yekemîniyê qezenç kir.

Mihrîcana fîlman colemêrgê bi pêşbaziya kurtefîlman xilas bû. Jûriyê 300 fîlm nirxandin û xelat da 4an. Fîlma ku navê wê “sêv” e, xelata yekemîniyê qezenç kir.

Piştî aramî û ewlehiyê êdî bi huner, çand, xizmet û çalakiyên sporê qala Colemêrg tê kirin.

Li bajêr cara ewil Mihrîcana Fîlman hat lidarxistin.

Ji çar aliyê Tirkiyê nêzî 300 sînemager bi berhemên xwe yên taybet serî li festîvalê dan.

Mamosteyê Zanîngeha Gumuşhaneyê Sertaç Tîmur Demir, Koordinatorê TRT 1ê Kurtuluş Zeydan, Koordinatorê TRT Kurdîyê Mustafa Ekîcî, Senarîst Eren Şenturk û Çêker Murat Çerî di jûrîyê de bûn.

Ji bo xelatdayînê, li Navenda Çandê ya Colemêrgê bername hat lidarxistin.

Filmên herî baş hatin weşandin û şandeya jûriyê piştî nirxandina fîlman biryara xwe da.

Di pêşbaziyê de fîlma bi navê “Sêv” bi ser ket. Fîlma “Têla Strîdar” jî xelata taybet a jûriyê stand.

Sînemagerên ciwan yek bi derketin ser dikê û xelatên xwe girtin.

Senarîst Eren Şentürk:“Ez bi beşdariya festîvalê pir kêfxweş bûm. Welatiyên li vir, bi dil û can em hewandin. Ev der bajarekî pir xweş e, divê her kes were vê derê. Ez bawer dikim Colemêrg ji sinemageran re wê bibe firsend û sinemager jî ji Colemêrgê re dê bibin firsend.”

Endamê jûriyê û Koordînatorê TRT Kurdî Mustafa Ekici jî ji bo mihricanê kêfxweşiya xwe diyar kir.

Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Hakkariyê Îdrîs Babacanoglu bangî sînemageran kir û got; werin fîlman li zozan û deştên Colemêrgê bikşînin.

Piştî merasîmê ji bo 3 fîlman 15 hezar lîre xelat hat dayîn.

Dîroka nûkirinê: 03 Mijdar 2018, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE