1. mihrîcana fîlman a Hakkariyê

Bi def û zirneyan dest pê kir, fîlma Riya Koçê hat weşandin...

1. mihrîcana fîlman a Hakkariyê

Li Colemêrgê ev cara ewil e mihrîcana fîlman hat lidarxistin. mihrîcanê bi coşeke mezin dest pê kir û di dawiyê de fîlma riya koçê hat weşandin. lîstikvanên fîlmê ku ev cara ewil e hatine bajêr, hestên xwe ji TRT Kurdiyê re vegotin.

Colemêrg êdî bi hûner, xizmet û çalakiyên sporê tê nasîn.

Di vir de keda mezin jî ya rayedarên bajêr e ku di serî de Waliyê Colemêrgê Cûneyt Orhan Toprak ji bo vê gelek proje çêkirin.

Herî dawî jî bi pêşengiya walitiyê, li bajêr 1emîn Mîhrîcana Filman hat lidarxistin.

Waliyê Hakkariyê Cüneyt Orhan Toprak:”Bi saya vê fîlmê me xwest ku em him bajarê xwe bidin nasîn him jî piştgiriyê bidin sektora sînemageriyê. Welatiyên me gelek elaqe nîşanî vê mîhrîcanê dan. Fîlmeke xemgîniyê bû lê min jî pir jê hez kir.”

Merasîma vekirinê bi def û zirnêyê dest pê kir.

Colemêrgî, ligel lîstikvanên fîlmê û waliyê bajêr govend gerandin.

Piştî coşê, Colemêrgiyan berê xwe dan sînemayê.

Li Fîlma Riya Koçê temaşe kirin.

Walî Cûneyt Orhan Toprak bi plaket û kulîlkan sipasiya çêker û lîstikvanên fîlmê kir.

Hûnermendên ku ev cara ewil e tên Colemêrgê hestên xwe anîn ziman.

Lîstikvan Esra Sönmezer: “Gava ez hatim tirs û xofek li ser min bû. Min Hekkarî pir cuda dizanibû. Welatiyên vir jidil em hembêz kirin, elaqeyek gelek baş nîşanî me dan. Ez ji bo xwîngermiya Hakkariyiyan sipasiya wan dikim. Her wiha ji bo vê organîzasyonê sipasiya waliyê bajêr dikim.”

Derhêner Turgut Ural:”Ev cara ewil e ez hatim Colemêrgê. Hemû fikrên min ên derbarê bajêr de guherîn. Min şaşiyek mezin kiriye ku ez heta îro nehatime vir. bajarekî gelek xweş e ku însan dikarin bi rihetî derkevin derve, xwarinên herêmî bixwin..û her wekî din gelek tişt. Divê her kes were vê derê.”

Lîstikvan Gül Gülsün Yildiz: “Ev cara ewil e ez têm Hekkariyê. Lê gava gotin Hekkarî ez yekcar kêfxweş bûm. wekî hemû bajarên me, însanên vê derê jî xwîngerm in. “

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 15:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE