Li Şirnexê cara ewil Mihrîcana Kevokan hat kirin. Di mîhrîcanê de gelek cure kevok hatin nîşandan. Kesên ku ji kevokan hez dikin ji bo temaşe û dîtina kevokên cur bi cur ji çar aliyê welêt hatin Şirnexê.
Li Şirnexê cara ewil mihrîcana kevokan hat lidarxistin.
Xwediyên kevokan, kevokên xwe li salonê bi cih kirin û li benda mêvanan man.
Mihrîcana ku cara ewil hat kirin eleqeyeke mezin dît.
Ji çar aliyên welêt bi sedan kesên ku kevokan hez dikin hatin Şirnexê û beşdarî mihrîcanê bûn.
Mêvan him li kevokan temaşe kirin him jî hînî çanda mitbaxa herêmê bûn. Festîval bi îkrama xwarinan û bi mûzika gelerî bi dawî bû.