10 fîlmên ku dê vê hefteyê bikevin vîzyonê

"Avên Bêbinî" ku Kristen Stewart, T.J. Miller û Vincent Cassel di rolên sereke da dilîzin, namzedê wê yekê ye ku bala hezkiriyên fîlmên xofê bikişîne."

10 fîlmên ku dê vê hefteyê bikevin vîzyonê

 Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 4 jê xwemalî, 10 fîlm dê bikevin vîzyonê.

 "Avên Bêbinî"

"Avên Bêbinî" ku Kristen Stewart, John Gallagher Jr., T.J. Miller, Vincent Cassel, Jessica Henwick, Mamoudou Athie û Gunner Wright di rolên sereke da dilîzin dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Fîlma ku senaryoya wê ji hibra Brian Duffield û Adam Cozad niqutiye, qala çîrok û serhatiyên komeke lêkolînvan a ku di binê oqyanûsê da lêkolînan dikin, dike.

"Cats"

Fîlma muzîkal "Cats" ku kesên wekî Idris Elba, Taylor Swift, Ian McKellen, Rebel Wilson, Judi Dench, Ray Winstone û Jennifer Hudson tê da rol wergirtin, bi derhêneriya Tom Hooper hat kişandin.

Derhênerê xelatkiriyê Oscarê Tom Hooper di vê fîlma xwe da şanoya muzîkal a Andrew Lloyd Webber veguhest fîlma sînemayê. 

"Kêrên Xwe Kişandin"

Fîlma "Kêrên Xwe Kişandin" ku Rian Johnson nivîsî û bi rê va bir, li ser lêpirsîna du dedektîfan hûr dibe. Ev herdu dedektîf, piştî mirina nivîskar Harlan Thrombeyê ku bi pirtûkên polîsiye yên zehf tên firotan va debara malbata xwe ya ku bi hevra derbasiyê nakin dike, jêpirsîna neferên razber ên malbatê dikin. 

Kesên wekî Daniel Craig, Chris Evans, Ana de Armas, Jamie Lee Curtis, Michael Shannon, Don Johnson, Toni Collette, LaKeith Stanfield, Christopher Plummer, Katherine Langford û Jaeden Martell di fîlmê da dileyîzin.

"Em bi vî Rengî ne"

Fîlma "Em bi vî Rengî ne" ku Caner Ozyurtlu nivîsî û bi rê va bir, qala çîroka hinek hevalan dike ku ji ber nexweşiya jinika ku li ber pêşa wê mezin bûn, cardin tên cem hev.

Di fîlma ku cureya wê komedî ye da ligel hunermend Humeyrayê lîstikvanên wekî Berrak Tuzunataç, Ozge Ozpirinçci, Şebnem Bozoklu, Engin Ozturk, Meriç Aral û Boran Kuzum dileyîzin.

"Sifir Yek"

"Sifir Yek" qala serhatiyên komeke mirovên hevalên hev dike ku ji Edeneyê dertên û ji bo jiyaneke nû berê xwe didin Îzmirê.

Di fîlma ku Kadri Beran Taşkin derhênerê wê ye da kesên wekî Savaş Satiş, Onur Akbay, Cengizhan Yurdutek, Burak Akyuz, Salih Înci û Mehmet Elmas dileyîzin.

"Rem"

"Rem" ku Berk Aygul derhênerê wê ye û herwiha lîstikvanên wekî Oyku Bozkurt, Cemre Cansaatçi, Sebahat Adalar û Galip Akın tê da rol wergirtin, qala serhatiyên du ciwanên ku bi şev vediciniqin, lê nizanin bê ka sedema wê çi ye.

"Gamonya: Welatê Xeyalan"

"Gamonya: Welatê Xeyalan" ku Tugçe Soysop derhênera wê ye, li ser serhatiyên zarokekî ku ji bîr kiriye ku xeyalan bike hûr dibe. Zarok piştî bûyereke nexweş, xwe li welatê fantastîk Gamonyayê dibîne.

"Fîkbaz"

"Fîkbaz" ku Corneliu Porumboiu nivîsîye û bi rê va biriye, behsa çîroka polêsekî ku neçar dimîne û zimanê fîkê yê Giravên Kanaryayê hîn dibe dike. Polês ji ber ku di nava plana revandina ji girtîgehê ya karsazekî têkildarê mafyayê da ye, neçar dimîne ku zimanê fîkê fêr bibe.

Di fîlma ku cureya wê komedî ye da Vlad Ivanov, Catrinel Marlon, Rodica Lazar, Agusti Villaronga, Cristobal Pinto û Sabin Tambrea dileyîzin.

"Matthias û Maxime"

"Matthias û Maxime" ku dexmeya Xavier Dolan li ser e, behsa hin serhatiyên Matthias û Maxime ku hevalên hev ên zaroktiyê ne dike ku piştî bûyerekê ji hev dikevin gumanê.

Ligel derhêner Xavier Dolan, Gabriel D'Almeida Freitas, Pier-Luc Funk, Samuel Gauthier, Antoine Pilon û Anne Dorval di fîlma ku cureya wê dram e da dileyîzin.

"Ajan li ser Kar in"

Fîlma anîmasyon a hefteyê "Ajan li ser Kar in" a ku bi derhêneriya Troy Quane û Nick Bruno hatiye kişandin, qala hinek serhatiyên ajanê zîrek Lance Sterling dike ku Sterling ji ber peywirekê neçar dimîne ku baweriya xwe bi neferê teknîkê Walter Beckett bîne ku kesekî bereksê wî ye û gelekî ji teknolojiyê hez dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE