10. Hevdîtınên Kerwanserayê

Meletiyêyan di hevdîtinan de têra dilê xwe kêf kir

10. Hevdîtınên Kerwanserayê

Şaredariya Battalgaziya Meletiyê, her sal di navbera 15 û 25ê îlonê de li Kerwanseraya Sîlahtar Paşa, şahiyê li dar dixe. Îsal cara 10emîn organîzasyon tê lidarxistin.

Ev 10 sal in Şaredariya Battalgaziya Meletiyê bi navê Hevdîtinên Kerwanserayê bernameya şahiyê çê dike.

Welatî û rayedarên bajêr bi hev re li navçeyê meşiyan û bernameyê bi vî awayî dest pê kir. Di çalakiyan da her şev li Kerwanseraya Sîlahtar Paşa şahî û konser tên lidarxistin.

Welatî dibêjin şahiyên me sal bi sal xweştir dibin.

Bername dê heta 25ê Îlonê bi çalakiyên ji hev xweşiktir dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE