100 dildar li Keleha Zerzevanê dîrokê ronî dikin

Li Keleha Zerzevanê ya 3 hezar salî ya li Çinara navçeya Diyarbekirê bi 100 ciwanên dildar va vekolan dewam dikin û dîrokê derdixin holê.

100 dildar li Keleha Zerzevanê dîrokê ronî dikin

Li Keleha Zerzevanê ya 3 hezar salî ya li Çinara navçeya Diyarbekirê bi 100 ciwanên dildar va vekolan dewam dikin û dîrokê derdixin holê.

Kelha Zerzevanê ya di heyama Împaratoriya Romayê da wekî "wargeha eskerî" dihat xebitadin di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre.

Bi kordinasyona Wezareta Çand û Tûrîzmê da bi piştgiriya Walîtî, Saziya Kar a Tirkiyeyê, Muzeya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin, Qaymeqamtiya Çinarê, Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê, Zanîngeha Dîcleyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê û Safîr Tuzê va xebatên vekolanê 6 sal e dewam dikin.

Di çarçoveya "Projeya Ciwanên Dildar" a bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Spor û Ciwaniyê tê meşandin da gelek xwendekarên ji zanîngehên welêt ên beşên arkeolojî, dîroka hunerê, mîmarî, restorasyon û konservasyonê beşdarî vekolanên li Kleha Zervanê dibin.

- Ji 38 zanîngehan 100 dildar

Erdê kelhê 60 dolim e û li qadê dîwarê bilindahiya wê 12-15 mêtre dirêjahiya wê hezar û 200 mêtre ye hat dîtin. Li ser vê qadê, bircê çavdêriyê yê 21 mêtre bilind e, bircê parastinê, dêr, avahiya rêvabirinê, xanî, depoyên sîlah û genim, perestgehên binê erdê, sitargeh, merzelên kevirîn, kanalên avê, 54 sarnicên avê hene. Xebat qasî ser erdê binê erdê jî dîrokê ronî dike.

Doç. Dr. Aytaç Coşkunê Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzevanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji 38 zanîngehên li Tirkiyeyê 100 dildar ew ê hetanî dawiya salê di kolanên li Kelha Zerzevanê da bixebitin."

Coşkun diyar kir ku dildar ji metodên vekolanê bigrin hetanî xebatên i mala kolanê gelek tiştan hîn dibin û got, "Ciwan hem dîroka Kelha Zerzevanê hem jî ya Diyarbekirê hîn dibin hem jî alîkariyê didin ku dîrok were ronîkirin."

Şevval Nur a beşdarî kolanê bû jî destnîşan kir ku piştî ji Beşa Arkeolojiya Klasîk ya Zanîgeha Enqereyê mezûn bû li Egeyê û Behra Sipî beşdarî hin xebatên vekolanê nû.

Nurê diyar kir ku Kelha Zerzevanê wargeheke girîng e û wiha pê da çû:

"Kelha Zerzevanê garnîzona sînorê rojhilatê yê Împaratoriya Romayê ye. Hatina herêmeke wiha zehf girîng e. Berê ji bo ziyaretê hatibûn Kelha Zerzevanê. Nika jî ji bo di projeyê da bixebitim hatim vê derê. Hingî hatim vê derê min gelek çand û jiyanên cuda dîtin. Ev ji bo min girîng e û kêfxweş dibim."

Leyla Ateşa ji Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye jî got li Azerbeycanê beşdarî xebatên vekolanekê bû û li Tirkiyeyê jî cara ewil li Kelha Zerzevanê beşdarî xebatan dibe.

Ateşê got ji ber ku beşdarî xebatan bû gelekî kêfxweş e û wiha axivî:

"Li kelhê her kes karê xwe bi baldarî û heqaniyet dike. Ji ber ku bi wan ra me kêfxweş im. Me li zanîngehê her tim teorî dîtinç Li vê derê di xebatan da dibînin. Hebûna di nav berheman da cuda ye. Li ser dîroka Kelha Zerzevanê ya 3 hezar salî dixebitim ji bo vê kelecanî dibim."

Veysel Kartopê xwendekarê pola 1î ya Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Adnan Menderesê destnîşan kir ku qasî heyamekê çûn xwendingehê ji ber Kovîd-19ê ji perwerdeyê dûr man.

Kartop wiha pê da çû: "Piştî ku li qadê karê me dixebite em li mala kolanê jî perwerdeyê dibînin. Ji bo xwendekarekî polê 1î xebatên li qadê û dersên li mala kolanê tiştekê zehf xweş e. Berhemên ji koanê tên derxistin em bi mamosteyan ra şîrove dikin. Ji zaroktiya vir da ez çanda Romayê mereq dikim. hatina min a vê derê şasekî mezin û firsendeke girîng e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE