Îsal 11emîn Mîhrîcana Kanîsipiyê hat lidarxistin. Ji ber şewba koronayê ev 2 sal bûn ku mîhrîcan nedihat kirin. Di mîhrîcana "Gûz, Hingiv, Masî û Raftîngê' de dîmenên rengîn derketin holê.
Li 5 kîlometre dûrê Çataxa navçeya Wanê, li ber Kanîsipiyê mîhrîcan hat lidarxistin.
Ji bo mîhrîcana 'gûz, hingiv, masî û raftîngê' gel eleqeyeke mezin nîşan da.
Ev 2 sal bûn ku ji ber şewba koronayê mîhrîcan nedihat kirin.
Bi saya bidawîbûna şewbê, îsal mîhrîcan bî dîmenên rengîn hat lidarxistin.
Di mîhrîcanê de hingivê herêmê hat nîşandan.
Lîstikên gelerî hatin lîstin, govend hat gerandin.
Koma folklorê ya ku ji Îranê hat, lîstikên xwe pêşkeş kirin.
Piştî kêf û şahiyê sporvanan raftîng kirin.