12.Mihrîcana Şefîka Kutluerê ya Navneteweyî sibê dest pê dike

Mihrîcan wê li Enqere, Stenbol û Antalyayê were lidarxistin û bi usûla barokê stranên Beatles ve Elvis Presley wê di mihrîcanê da werin gotin.

12.Mihrîcana Şefîka Kutluerê ya Navneteweyî sibê dest pê dike

12emîn mihrîcana ku li ser navê hunermenda flûtê Şefîka Kutluerê tê lidarxistin, sibê dest pê dike.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya fermî ya 12emîn Mihrîcana Şefîka Kutluerê hat dayîn, mihrîcan wê îsal di navbera 2yê mijdarê û 1ê berfanbarê da were lidarxistin û konsera vekirinê ya mihrîcanê wê sib ê li Salona Şîn a Kampusa CSO Ada Ankarayê were dayîn.

Mihrîcan wê li Enqere, Stenbol û Antalyayê were lidarxistin û bi usûla barokê stranên Beatles ve Elvis Presley wê di mihrîcanê da werin gotin.

Mihrîcan wê di 1ê berfanbarê da bi konsera girtinê ya li Navenda Çandê ya Ataturk a Stenbolê va kuta bibe.

Agahiyên ser dîroka mihrîcan û konseran li ser navnîşana "https://www.sefikakutluerfest.com/tr"yê dikare were şopandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE