Li bajarê Mêrdînê 13emîn Mîhrîcana Fîlman a Mêrdînê ya navneteweyî dest pê kir. Di çarçoveya mîhrîcanê de bi tevahî 36 fîlm dê bên pêşkêşkirin.
Ji Îran, Sûriye û Tirkiyê 26 fîlmên dirêj û 10 jî yên kurt…
Bi tevahî 36 fîlm dê werin pêşberî hezkirên xwe.
Li bajarê kevnare Mêrdînê, 13emîn Mîhrîcana Fîlman a Mêrdînê ya Navneteweyî dest pê kir.
Mîhrîcan bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê û Komeleya Ofîsa Fîlman a Mêrdînê hat lidarxistin.
Eleqeya gel a ji bo mîhrîcanê jî zêde ye. Her wiha mîhrîcan dê heya 13ê kanûnê dewam bike...