14. Festîvala Masiyan

Di 2 rojan 20 hezar masî wê li xelkê werin belavkirin

14. Festîvala Masiyan

14mîn Festîvala Masiyan li girava dîrokî ya Stenbolê cardin dest pê kir. Bi hezaran masî li weltiyan hat belavkirin. Di nava 2 rojan de him dê pêşbaziya masiyan bê çêkirin him jî li pira Galatayê car din wê masî bên belavkirin.

Ji hamsîyan heya istavrit û palamutan… Gelek cureyên masiyan vê carê ji bo “Festîvala Masiyan” hatin biraştin.

Li Qada Kumkapıya Fatihê li ser manxalan masî hatin amadekirin.

Bi sedan Stenbolî jî tevlî 14mîn Festivala Masiyan bûn.

Ji bo masiyan ewqas xelk hatibû ku dor nedihat.

Waliyê Stenbolê Vasip Şahîn û Şaredarê Fatihê Hasan Süver beşdarî festîvalê bûn.

Walî Şahîn got, “Ji bo Him piştgiriyê bidin esnafê me ye masîfiroş him jî kirina welatiyên me ye masîyan zêde bikin em vê festîvalê çêdikin. Ji xwe ji goştê masiyan xweştir goşt tune ye.”

Di çarçoveya festîvalê de bitemamî dê 20 hezar masî bên belavkirin.

Sibê jî li Pira Galatayê him pêşbaziya masiyan wê bê lidarxistin û masî wê bên belavkirin.

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2018, 11:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE