Li Agiriyê bi kordînasyona şaredarî, Midûriya Çand û Turîzm û Ajansa Pêşveçûna Serhedê ji bo danasîna bajêr bernameya safariya wêneyan tê birêvebirin. Di bernameya duyemîn de berhemên dîrokî û cihên xwezayî yên herêmê bi wêneyan nîşan didin.
Ji bo danasîna Agiriyê gelek xebat tên kirin û bername tên hazirkirin. Yek ji wan jî Bernameya Safariya Wêneyan e.
Bername bi hevkariya Şaredarî, Midûriya Çand û Turîzmê û Ajansa Pêşveçûna Serhedê tê kirin.
Di bernameya duyemîn de jî gelek wênekêş li cihên xwezayî û dîrokî geriyan û têr wêne kişandin.
Bi bernameyê tê xwestin herêma Agiriyê zêdetir bê nasîn.
Di bernameyê de bi pêşbaziyekê wêneyên herî delal jî hatin hibijartin.